Nêçîrvan Barzanî bi parêzgerê Şirnexê û heyeta pê re hevdîtin kir

Nêçîrvan Barzanî bi parêzgerê Şirnexê û heyeta pê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî parêzgerê Şirnexê Birol Akıcı û heyeta pê re qebûl kir. Li ser masê mijarên wekî bazirganiyê, geştiyarî û hevkariya akademîk û çabdî hebûn.

Di heyeta parêzgerê Şirnexê de, serokê oda bazirganiya Şirnexê û serokê oda bazirganiya Cizîrê hebûn. Li gor ragihandina serokomariya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de parêzgerê Erbîlê û balyozê Tirkiyê yê Erbîlê jî amade bûn.

Di civînê de li ser mijarên têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, zêdekirina hecma bazirganî, aborî, seha akademik û hevkariya di seha çandê de, bi hûrahî li ser wan axifîn.

Bandora pêvajoya aştiya herêmê li ser geşepêdanê û bi sedema Şirnex nêzî herêma Kurdistanê ye, rewşa balafirgeha Şirnexê ji bo kesên diçin Herêma Kurdistanê girîngiya wê gotûbêj kirin û daxwaza firehkirina kapasîta wê kirin.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.