Nureddîn Îbrahîm: Em ê ji Şamê daxwaza sîstema nenavendî bikin

Nureddîn Îbrahîm: Em ê ji Şamê daxwaza sîstema nenavendî bikin

PeyamaKurd- Endamê Şanda Hevbeş a Rojavayê Kurdistanê bo danûstandinên ligel hikûmeta veguhêz a Sûriyê Nesredîn Îbrahîm ragihand, ew dê ji hikûmeta Şamê daxwaza sîstema nenavendîtiyê bikin.

Nesredîn Îbrahîm di bultena Rûdawê de got, ew dê wekî Şanda Kurdan a Hevbeş di demek nêzîk de civîna xwe li dar bixin û piştre jî ji bo danûstandinên bi hikûmeta Sûriyeyê re, berê xwe bidin Şamê.

Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku ew dê daxwaza hevdîtinê ji hikûmeta Şamê bikin û kengê bersiv ji wan re hat dayîn, dê biçin Şamê.

Hêjayî gotinê ye, şanda Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan a Rojavayê Kurdistanê" 4ê Hezîranê hatibû ragihandin.

Şanda Hevbeş a Kurdî ji van kesan pêk tê:

Serokatiya Şandeyê:

Mihemed Îsmaîl: Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S)

Perwîn Yûsifê: Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) 

Endamên Şandeyê:

Silêman Oso: Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê

Feysel Yûsif: Koordînatorê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye

Selah Derwîş: Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Aldar Xelîl: Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Reyhan Loqo: Endama Koordînasyona Kongreya Star

Ehmed Silêman: Cîgirê Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû Kurdî li Sûriyeyê 

Nesredîn Ibrahîm: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) 

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.