NY soza piştgiriya peymana Şengalê da

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê NY yê Iraqê û Rêvebirê UNAMIyê Dr. Mihemed Hesen diyar kir ku ew ê her hewlekê bidin da ku vegera Êzidiyan bo malên xwe û bicîhanîna Peymana Şengalê misoger bikin.
Dr. Mihemed Hesen, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY yê Iraqê û Rêvebirê UNAMIyê, tekezî li ser trajediya ku civaka Êzidî dijî kir û ragihand ku ew ê hemî çavkaniyan seferber bikin da ku vegera Êzidiyên ku li kampan dijîn misoger bikin.
Hesen di civîna çapemeniyê ya roja Çarşemê, 30ê Tîrmeha 2025an de bal kişand ser nezelaliya berdewam a li kampên ku Êzidî lê dijîn û got, "Em plan dikin ku mijara vegera Êzidiyan bo malên xwe hem bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî bi hikûmeta federal re nîqaş bikin."
Herwiha di derbarê Peymana Şengalê de, Hesen diyar kir ku pêşnûme bi niyetek baş hatiye amadekirin û gelek pisporên navneteweyî beşdarî pêvajoyê bûne. Wî da zanîn, "Em hêvî dikin ku peyman were bicîhanîn. Em ê her tiştî bikin da ku ev yek misoger bibe. Lêbelê, peyman ne tenê belgeyeke siyasî ye; divê ew bingehê ji bo baştirkirina şert û mercên mirovên ku li vir dijîn jî deyne."





