Pervin Buldan bû wekîla nû ya serokê meclisa Tirkiyê

Pervin Buldan bû wekîla  nû ya serokê meclisa Tirkiyê

PeyamaKurd – DEM Parti îro civîna sergirtî ya grûba xwe ya di meclisa Tirkiyê (TBMM) de kir û Pervin Buldan bo wekîliya serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) hilbijart.

Pervin Buldan dê bikeve şûna wekîlê berê yên serokê miclisa Tirkiyê Sırrı Sureyya Önder. Pervin Buldan parlementera bajarê Wanê ya DEM Pariyêye û hem endana Heyeta Îmraliyêye.

Wekîlê serokê meclisa Tirkiyê yê berê Sırrı Süreyya Önder di 15ê Nîsanê de di mala xwe de krîza dil derbas kiribû û di 3yê Gulanê de koça dawiyê kiribû.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.