Rêveberiya Xweser a Rojava: Tu têkiliya me bi Îsraîlê re tune ye

Rêveberiya Xweser a Rojava: Tu têkiliya me bi Îsraîlê re tune ye

PeyamaKurd – Berpirsekî payebilind ê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya hewldanên ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re, tu têkiliyeke wan a rasterast bi Îsraîlê re nîne.

Bedran Çiya Kurd, Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, di daxuyaniyekê de ji malpera "newsru.co.il" a Îsraîlî re got, "Rêveberiya Xweser ne aliyek e di danûstandinên di navbera Şam û Îsraîlê de. Me tu têkiliyeke serbixwe bi Dewleta Îsraîlê re nîne."

Çiya Kurd tekezî li ser pêşîniyên Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û berfireh e ku tê de mafên hemû welatiyên Sûriyeyê parastî bin. Wî herweha destnîşan kir ku naskirina destûrî ya Rêveberiya Xweser, biparvekirina wekhev a çavkaniyên welat û parastina pirrengiya çandî, ji bo aştiyeke mayînde bingehîn in.

Derbarê rêvebirina çavkaniyên xwezayî de, Çiya Kurd got ku Rêveberiya Xweser bi rêvebirina petrol, gaz û binesaziyên din hewl dide pêdiviyên gelê herêmê pêk bîne û divê ev çavkanî di xizmeta hemû Sûriyeyiyan de bin.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve rexne pêvajoya siyasî ya heyî ya li Sûriyeyê rexne kir û anî ziman ku ev pêvajo ji bêalîbûnê dûr e û herêmên wekî Reqa, Hesekê û Siweydayê li xwe nagire. Li gorî wî, divê diyaloga bi Şamê re ji aliyê Sûriyeyiyan bi xwe ve were birêvebirin û rola hêzên derve tenê weke piştgir be.

Di dawiya axaftina xwe de, Bedran Çiya Kurd hişyarî da ku xetera ji nû ve bihêzbûna DAIŞê hîn jî berdewam e û piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî di vî warî de weke mijareke jiyanî bi nav kir. Derbarê gefên Tirkiyeyê yên ji bo operasyoneke nû de jî, wî got ku hebûna kapasîteyeke bihêz a parastinê li herêmê û zextên navneteweyî roleke girîng di astengkirina van gefan de dilîzin.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.