Rastgirên tundrew ên Japonyayê li dijî Kurdan xwepêşandan kir

Rastgirên tundrew ên Japonyayê li dijî Kurdan xwepêşandan kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hinek kom û siyasetmedarên Japonyayê berî hilbijartinan li dijî Kurdên li Japonyayê xwepêşandan kirin û daxwaza derketina Kurdan ji Japonyayê kirin.

Hêjayî gotinê ye, derdora 2 hezar Kurd li Japonyayê dijîn û berî hilbijartinên meha Tîrmehê hinek partî û siyasetmedarên rastgir li dijî koçber û penaberên Kurd ên li Japonyayê xwepêşandanan dikin û di hinek rojnameyan de jî Kurdan dikin armanc.

Herî dawî beşek ji endamên partiya rastgir a Japan First Party li kolanên bajarên Kawaguchi û Warabiyê li dijî Kurdan meşiyan. Di xwepêşandanê de hate gotin, “Bila Kurd ji vê derê derkevin” û pankartên neyasayî hatin bilind kirin.

Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Meral Daniş Beştaşê li ser mijarê got: “Em bangî rayedarên Japonyayê dikin ku di çarçoveya mafên mirovan û edaletê de li dijî êrîşkarên nijadperest tedbîrên bibandor wergirin.”

Ev nivîs 140 car hatiye xwendin.