Serokwezîr Mesrûr Barzanî riya stratejîk a Hacî Omeranê vekir
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, îro di merasîmekê de, rêya nû ya Hacî Omeran ku bi awayekî modern û li gorî standardên nûjen hatiye çêkirin, bi fermî vekir. Serokwezîr tekez kir ku ev proje dê xizmeteke mezin ji welatiyên herêmê re bike û bazirganiyê bi welatê cîran Îranê re geş bike.
Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ku serdana Hacî Omeran dike û ew herêm weke "paytexta Şoreşa Îlonê" û "warê Barzaniyê nemir û Pêşmergeyên qehreman" bi nav kir. Wî got, "Bi saya xebat û fedakariya wan Pêşmergeyan, îro Kurdistaneke azad heye."
Serokwezîr destnîşan kir ku ev rêya nû dê tevgera welatiyan hêsantir bike û di geşepêdana aborî de roleke girîng bilîze. Wî got, "Xelkê vê deverê xizmetên hê çêtir heq dikin û em ê weke hikûmet, li gorî derfetên xwe, di xizmeta we de berdewam bin."
Barzanî her wiha bal kişand ser giringiya stratejîk a deriyê sînorî yê Hacî Omeran û got, "Ev dever deriyekî girîng e bi Komara Îslamî ya Îranê re. Pêwîst e em van têkiliyan biparêzin û bazirganiyê bi welatên cîran re pêş bixin."
Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku proje bibe xêr ji bo welatiyan û careke din tekezî li ser erk û daxwaza hikûmetê ya ji bo parastina ewlehî û serbilindiya gelê Kurdistanê kir.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.