SOHR: Çekdaran dest danîye ser bi hezaran darên zeytûnan û berhema wan

SOHR: Çekdaran dest danîye ser bi hezaran darên zeytûnan û berhema wan

PeyamaKur- Dizîn û talan zeytûnan ji aliyê komên çekdar ên di bin sîwana "Artêşa Niştimanî" de li herêma Efrînê û gundewarên wê berdewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê, van koman bi awayekî berfireh dest danîne ser zeviyên welatiyan û berhema daran didizin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, li gundê Elî Karo yê navçeya Bilbilê, çekdarên koma "Hemzat" dest danîne ser zêdetirî 5 hezar darên zeytûnan û berhemên wan berhev dikin. 

SOHRê da zaznîn, beşek ji van daran milkê xelkê gundê Xelalko ne û van koman baceke bi qasî 250 çewalên zeytûnan li ser xelkê ferz kiriye. Li gundê Bîkê yê heman navçeyê jî, endamên "Asayîşa Giştî" bi dar û boriyên hesinî zêdetirî 500 darên zeytûnan çinîne û zirareke mezin gihandine daran.

Li gorî SOHRê, li navçeya Raco jî, komên çekdar ên "Hemzat" dest danîne ser zêdetirî 25 hezar darên zeytûnan ên gundên Qudê, Etmana, Hecîko, Mûskê û Hesen Kelkawî. 

Herwiha hate diyarkirin, çekdar bi gefa çekan nahêlin ku xwediyên zeviyan nêzîkî erdên xwe bibin. Rojane berhema navbera 600 û 700 darî tê çinîn û bi kamyonan ber bi cihên nediyar ve tê veguhestin. Komên çekdar bacên diravî li ser cotkaran ferz dikin da ku rê bidin wan berhemên xwe biçinin.

SOHRê eşkere kir, komên wekî "Siltan Murad", "Emşat" û "Hemzat" li tevahiya navçeyên Efrînê dest danîne ser bi sed hezaran darên zeytûnan. Xelkê herêmê vê pêkanînê wekî "talankirineke sîstematîk " binav dikin û diyar dikin ku di nav bêdengiya aliyên pêwendîdar de, ew ji çavkaniya xwe ya sereke ya jiyanê bêpar dimînin.

SOHR ragihand, binpêkirin li dijî xelkê Efrînê didomin ku proseya çinîna zeytûnan û milkiyeta erdan hîn jî ne diyar e û gelek welatî nikarin xwe bigihînin zeviyên xwe.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.