SOMO: Wê peymana îxracata petrola Kurdistanê bê nûhkirin

SOMO: Wê peymana îxracata petrola Kurdistanê bê nûhkirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê şîrketa petrolê ya Iraqê ku bazara petrolê dike û difroşe, (SOMO) Dr. Hamdi Şengali, ji bo Rûdawê ragihandiye ku îxracata petrola Herêma Kurdistanê bênavber dewam dike û hilberîna rojane zêde bûye. Şengali gotiye temamê sehayên petrolê dixebitin.

Hamdi Şengali got ku petrola Kurdistanê di ser Pêşxêbûr de teslîmê wezareta petrola Iraqê dibe ji wê derê di xeta boruya Ceyhanê de diçe Ceyhanê. Hinek ji petrolê di rêya şîrketên bi peyman de tê îxrackirin û ji ber kêmbûna maliyetê û nêzîkbûnê, dişînin welatên Ewrûpayê. Şengali ragihand ku di vê rêyê de li gor şandina di rêya Okyanûsê de 1,5 heya 2 mehan zûtir digihê bazarê an ku muşteriyan.

Şengali got ku peymanên bi hukumeta Herêma Kurdistanê ji yên Orta Iraqê û Başûrê Iraqê cudatirin, şîrketên li Kurdistanê mesrefa lêgerînê û hilberînê ew bi xwe dikin lê yên Iraqê hukumet bi xwe mesrefan dike.

Şengalî got ku ji ber Kurdistan çiyaye û erdnîgariya wê sexte, maliyeta petrolê zêdeye û serê varêlê 16 dolar pere didin hilberîn û hilgirtinê.

Ji bo ravekirina peymanên petrolê yên bi herêma Kurdistanê re, wezîfe dane şîrketa şêwirmendiyê ya biyanî, ji bo şîrket rapora xwe bide 60 roj heye lê ji ber zahmetbûnê dibe ji 60 rojan derbas bike.

Şîrketa şêwrimend li gor biryara dadgeha bilind ya Iraqê hatğye erêkirin, peymana wê heya dawiya salê diqede lê dê ev peyman bi şîrketê re bê dirêjkirin.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.