Yekem gesta asmanî ya Stenbol û Silêmaniyê pêk hat

Yekem gesta asmanî ya Stenbol û Silêmaniyê pêk hat

PeyamaKurd- Piştî zêdetirî du sal û nîvan yekem geşta asmanî ya navbera Tirkiye û Silêmaniyê hate kirin.

Îro 3yê Cotmehê balafireke Kompanyaya Rêhewaya Tirkiyeyê (Turkish Airlines) bi 120 geştiyaran li Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê danî.

Geşta yekem a THYê bo Silêmaniyê ji bajarê Stenbolê ber bi Silêmaniyê ve hate kirin û gihîştina balafira THYê bi kêf û şahî hate pêşwazîkirin.

Biryar e meha Kanûnê jî kompaniya AJET a Tirkiyê hefteyê çar rojan seferên xwe bo Silêmaniyê bide destpêkirin.

Biryara ji nû ve destpêkirina geştên asmanî û rakirina dorpêça ser Silêmaniyê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqereyê pêk hat ku ev wekî destpêka asayîkirina têkiliyên YNK û Enqerê jî tê nirxandin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.