Bo têkoşîna bi maddeyên hişbir re pira Cendereyê bi renge kesk xemilandin

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Kolikê (Kahta) bi sedema ku hefteya ahengên ‘Heyva Kesk’ ya di navbera 1-7ê Adarê de, Pira Cendereyê bi rohniya kesk xemilandin û pirê rohnî kirin. Wê pir 7 roj bi rohniya kesk bê rohnîkirin.
Armanca rengê kesk ew e ku remza an ku sembola têkoşîna bi maddeyên hişbir re ye.
Pira Cendereyê firehbûna wê 7 metre û 120 metre jî dirêjahiya wê ye ku di dewra Roma de hatiye avakirin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




