Mesrûr Barzanî 450 hezar dînar alîkarî ji Tîma Newrozê re terxan kir

Mesrûr Barzanî 450 hezar dînar alîkarî ji Tîma Newrozê re terxan kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji aliyê darayî ve piştevaniya Tîma Newrozê ya Werzişî ragihand ku bikarin bi astekê bilind de nûnerîtiya Herêma Kurdistanê bikin.

Tîma Newrozê ya Werzişî di çend mehên borî de rastî rewşeke dijwar a darayî hatibû ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya nivîsgeha xwe 450 milyon dînaran pêşkêşî wê dike.

Ev alîkarî û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya werziş û werzişvanên Herêma Kurdistanê ye, da ku ew bikarin bi astekê bilind nûnerîtiya Herêma Kurdistanê bikin.

Tîma Newrozê ya Werzişî, ku di Lîga Stêrên Iraqê de nûnera Silêmaniyê ye, di dema borî de rûbirûyî gelek pirsgirêk û rewşên xirab bûye ku bandoreke rasterast li ser ast û çarenivîsa wê kiriye.

Yek ji mezintirîn pirsgirêkên Tîma Newrozê krîzeke darayî ya mezin û demdirêj e. Tîmê gelek mehan nekariye mûçeyên lîstikvan û desteya teknîkî dabîn bike, ku hin caran gihîştiye 50 rojan an jî du mehan.

Ev rewş bû sedem ku serokê desteya alîgirên tîmê bi çavên tijî rondik daxwaza alîkariyê bike, ev yek jî bû sedema peydabûna bertekan û kesatiyên siyasî, hunermend û bazirganan kampanyayeke komkirina pereyan jê re da destpêkirin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.