Îran 4 sifirên pereyê xwe jêdibe

PeyamaKurd- Meclîsa Îranê pêşnûmeyasaya ku rakirina çar sifiran ji diravê neteweyî bibe pesend kir. Li gorî biryara hatiye qebûlkirin, navê giştî yê diravê neteweyî wekî "Riyal" bimîne.
Her 10 hezar riyalên heyî dê bi 1 Riyalê nû re bibin yek û yekîneya binî ya dirav dê wekî "Qîran" (qiuruş) were bikaranîn.
Li gorî nûçeya medya Îranê, ev pêşnûmeyasa di rûniştina Meclîsê de hat gotûbêjkirin û di dengdanê de, ji 263 parlamenteran 144 kesan dengê "erê" bikar anî, 108 parlamenteran dengê "na" bikar anî û 3 deng jî wekî "bêalî" hatin tomarkirin.
Serokê Komîsyona Aboriyê ya Meclîsa Îranê, Şemsedîn Husênî, ragihand ku ev rêzikname "hem dê valahiyên qanûnî ji holê rabike hem jî dê bi qanûna Banka Navendî re lihevhatî be."
Husênî got, armanca sererastkirina nû ew e ku karûbarên rojane hêsantir bike, bikaranîna banknotên bi nirxê xwe bilind kêm bike û herwiha tevlîheviya di pergalên hesabgiriyê de ji holê rake.
Hêjayî gotinê ye, Îran ji ber dorpêç û cezayên navneteweyî di rewşeke zehmet a aborî de derbas dibe û li gorî nirxandinan ev birya ji bo jêbirina sifirên pereyan hatiye dayîn jî di wê çarçoveyê de ye.
Ev nivîs 148 car hatiye xwendin.




