Li bajarê Bursayê di operasyona ser DEAŞê de 10 kes hatin girtin

Li bajarê Bursayê di operasyona ser DEAŞê de 10 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Tîmên beşa TEMê yên rêvebiriya asayîşa bajarê Bursayê yê Tirkiyê di heman wextê de operasyon kirin ser DEAŞê û di encamê de 10 kesan xistin binçav. 9 kes ji wan xelkên biyanîne û hat gotin ku bi xef di rêya dîjîtal de danûsitendinan dikin û pere dişînin ji hinek ciyan re.

Navenda operasyonan bajarê Bursa ye û ji bo girtina 2 kesên din jî xebatên asayîşê dewam dikin. Operasyon bi serpereştiya serdozgeriya bajarê Bursayê li Bursa, Îstenbol û Ankara hat kirin.

Di operasyonan de delîlên rêxistinî ketine dest û niha li baregeha asayîşa Bursayê îfadên 10 kesên binçavkirî distînin.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.