PeyamaKurd- Enstituya Washingtonê di rapora xwe ya dawî de bal kişand ser girîngiya sembolîk, siyasî û aborî ya barê yekemîn ê petrola Herêma Kurdistanê, ku bi rêya Boriya Iraq-Tirkiyeyê (ITP) ji bo bendera Louisianayê ya Amerîkayê hatiye hinardekirin.
Enstituya Washingtonê diyar kir, ji bilî ku ev pêngav petrola xav a guncayî bi bihayekê kêm ji bo parzûngehên Amerîkayê dabîn dike, destpêkirina hinardekirina petrolê bi vê rêyê nîşana bihêziya siyaseta Amerîkayê li beranberî dost û neyarên wê ye.
Ji bendera Ceyhanê gihîş Louisianayê
Di raporê de hate eşkere kirin, roja 24ê vê mehê û piştî du mehan ji aktîfkirina boriya ITPê, keştiyeke petrolê ku petrola Herêma Kurdistanê li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bar kiribû, li termînala petrolê ya Louisianayê ya Amerîkayê hate danîn.
Li gorî datayên şîrketa Keplerê, keştiya petrolê ya Seaways Brazosê dawiya Cotmehê nêzîkî yek milyon bermîlên petrola xav a Kurdistanê li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bar kiribûn. Tê payîn ku di demeke nêzîk de barên bi wî rengî bigihîjin Amerîkayê.
Bêyî peymana Hewlêr-Bexdayê ne mimkun bû
Enstîtuyê bi bîr xist ku, her çend bazirganiya petrola Amerîkayê bi tevgerên bazar û bihayan ve girêdayî be jî, lê ev barkirina taybet bêyî wê peymana demkî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ne mimkin bû, ku di Îlona sala borî de bi navbeynkariya Washingtonê hatibû kirin. Vê peymanê rê li ber vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê xweş kir, piştî zêdetirî du salan ji rawestandina wê.
Hate diyarkirin, Washingtonê di sektora enerjiyê ya Iraqê de roleke bibandor lîstiye, wekî çespandina mafên Herêma Kurdistanê di destûra 2005ê de ji bo birêvebirina çavkaniyên petrolê, teşwîqkirina şîrketên Amerîkayî ku li Iraqê bixebitin û navbeynkarî ji bo belavkirina dahata petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de. Wê herwesa berdewam Tirkiye û Iraq teşwîq kirine ku ji bo çareserkirina pirsgirêka wê boriyê li hev bikin.
Li ser daxwaza parzûngehên Amerîkayê, wê raportê ron kiriye ku parzinîngehên wî welatî hewceyî cureyên cuda yên petrolê ne. Her çend Amerîka bi xwe hinardekirina mezin a "petrola xav a sivik a şîrîn" e jî, lê ji bo dabînkirina hewcedariyên parzûngehên xwe, petrola "asîda navîn" û ya "giran" ji Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn hawirde dike.
Hinardekirinê piştî vekirina boriyê bilez dest pê kir
Hinardekarên petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî vekirina wê boriyê daşkandinên berçav pêşkêş kirine da ku bikiran ber bi xwe ve rakişin, vê yekê jî wiha kiriye ku hinardekirin bi lez dest pê bike.
Wê raportê tekez kiriye ku, boriya ITPê xwedî girîngiyeka jeostratejîk e û rê li ber zêdetir danûstandinên di navbera Bexda û Hewlêrê de xweş kiriye, nexasim jî li ser mijara deynên şîrketên navneteweyî.
Wê bandora Îranê kêm bike
Hate diyarkirin, bikaranîna vê boriyê ji aliyê Bexdayê ve ji bo hinardekirina petrolê ji zeviyên din ên Iraqê dê têkiliyên bi Tirkiyeyê re xurttir bike û dê bandora Îranê li ser Bexdayê kêm bike.
Li gorî raporê, Herêma Kurdistanê li gorî deverên din ên Iraqê di yedeka gazê û şiyana hilberîna elektrîkê de dewlemend e. Pêşxistina têkiliyên enerjiyê dikare rêyê bide ku Kurdistan gazê hinardeyî deverên din ên Iraqê bike, ku ev jî piştbestina Bexdayê bi gaza Îranê kêm bike. Lewma jî "ne ecêb e ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê êrîşî zeviyên gazê yên Kurdistanê dikin”.
Ji bo Tirkiyê jî gelekî girîng e
Instîtuya Washingtonê pêşniyar dike ku, rayedarên Amerîkayê bizavên xwe ji bo parastina vê têkiliyê û hêsankariyan ji bo peymaneka demdirêj di navbera Iraq û Tirkiyeyê de zêde bikin. Di raporê de tê gotin ku, ji ber zextên Rojavayê, Tirkiyeyê hawirdekirina petrola Rûsyayê kêm kiriye, ji ber vê yekê jî petrola Kurdistanê ji bo Enqereyê dikare bibe pêguherka guncayî û erzan.