Mesrûr Barzanî ji UNESCOyê daxwaza endamtiya Herêma Kurdistanê kir

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî ji UNESCOyê daxwaza endamtiya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Sibata 2026an li Dubaiyê, bi Rêveberê Giştî yê nû yê UNESCOyê Xalîd El-Înanî re civiya. Barzanî ji ber destpêkirina erka wî ya nû pîrozbahî li El-Înanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazeke fermî pêşkêş kir da ku Herêma Kurdistanê wekî “endamekî beşdar di rêxistina UNESCOyê de” bê wergirtin.

Rêveberê Giştî yê UNESCOyê jî amadehiya rêxistina xwe ji bo her cure hevkariyê nîşan da. Di civînê de her wiha behsa “projeya nûjenkirina kelheya Hewlêrê” hat kirin û El-Înanî tekezî li ser parastina şûnewarên dîrokî yên Kurdistanê wekî mîrateyeke gerdûnî kir.