PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya “Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê” de li Dubaiyê, hevpeyvînek bi tora Rûdawê re pêk anî.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser krîza mûçeyan û bi awayekî biryardar ragihand:
Divê ne bi tenê Kurd bin yên ku berdêla rêveberiya xirab a Iraqê didin bin.”
Wî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi cih anîne û niha dor li Bexdayê ye ku “para destûrî ya budçeyê bê navber bişîne”.
Derbarê avakirina kabîneya nû ya Herêmê û hilbijartina serokkomariya Iraqê de, Barzanî diyar kir ku ev “du mijarên cuda ne” û nekarîna avakirina hikûmetê piştî salekê ne di berjewendiya gel de ye.
Serokwezîr ji bo diyarkirina namzedê serokkomariyê yê Kurd, mekanîzmaya dengdana di nav “endamên Kurd ên parlamentoyê” de pêşniyar kir da ku yekîtiya neteweyî were parastin.
Wî her wiha tekezî li ser têkiliyên baş ên bi welatên Kendavê re kir û rola Kurdistanê ya di “kêmkirina aloziyên li Rojava û herêmê” de wekî mîsyoneke avaker pênase kir.