Artêşa Îsraîlê li Quneytrayê xalên kontrolê ava kirin

Dîroka Weşanê :
Artêşa Îsraîlê li Quneytrayê xalên kontrolê ava kirin

PeyamaKurd – Hêzên artêşa Îsraîlê îro çarşemê bi operasyoneke berfireh derbasî gundewarên bakur û başûrê bajarê Quneytrayê bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANAyê, yekîneyeke leşkerî ya ku ji 10 wesayîtan pêk dihat, li gundên Seyda el-Hanut û Seyda el-Culan bi cih bûne û li navenda gundan xalên kontrolê danîne.

Her wiha hat ragihandin ku yekîneyeke din a Îsraîlê jî li ser rêya di navbera gundê Samdaniyeya Rojhilat û bajarokê Xan Arnabe de trafîka herêmê kontrol dike.

Ev liv û tevgera leşkerî wekî beşek ji daxwaza Îsraîlê ya ji bo rêgirtin li bicihbûna “hêmanên tundrew” li başûrê Sûriyeyê tê nirxandin.

Li aliyê dîplomatîk jî, tê payîn ku di nava du hefteyan de “Komîteya Mekanîzmê” ya Sûrî-Îsraîl ji bo nîqaşkirina van geşedanan bicive. Lê belê, Tel Avîvê helwêsta xwe ya hişk ji Washingtonê re ragihandiye û tekez kiriye ku ew ê ji “xeta veqetandinê ya li Girên Golanê” venekişin.