PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 4ê Sibata 2026an, pêşwazî li Cîgira Seroka Parlamentoya Nordrhein-Westfalen a Almanyayê Bêrîvan Aymazê kir.
Di hevdîtinê de rola Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ya di parastina gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê de bi bilindî hat nirxandin.
Bêrîvan Aymazê spasiya Serok Barzanî kir ku wekî “serkirdeyekî neteweyî” li hemberî metirsiyên li ser Rojava xwedî helwêst bûye û her wiha destxweşî li xebatên mirovî yên BCFyê kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî pîrozbahî li Aymazê kir ji bo serkeftinên wê yên di siyaseta Almanyayê de û ew wekî “cihê şanaziyê” bi nav kir.
Serok Barzanî di civînê de bang li Kurdên diyasporayê kir ku “nasname, çand û zimanê xwe yê Kurdî biparêzin”.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan li ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û danûstandina bîr û rayan kir.