Serok Barzanî spasiya Kurdistaniyan kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî spasiya Kurdistaniyan kir

Serok Mesûd Barzanî, piştî serkeftina kampanyaya berfireh a alîkariyê ku ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, peyameke spasî û rûmet belav kir.

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de giranî da ser dilsoziya gelê Kurdistanê û wiha got:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Ez gelek spasiya hemû hemwelatiyên xweşdivî yên Kurdistanê dikim, ji bo bi hewarçûna dilsozane ya komkirina alîkar û hevkariyên ji bo xwîşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Ev helwêst dîrokî ye û cîhê serbilindî û spasiyê ye.”

Di vê çarçoveyê de, di nava 10 rojên kampanyayê de li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê bi sedan ton xurek, derman û pêdiviyên germkirinê hatin komkirin û bi rêya 126 kamyonan derbasî Rojava bûn.

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de, qedrê xebata saziyên xêrxwaziyê û dezgehên ragihandinê girt û wiha spasiya wan kir:

Herweha destxweşî û spasiya taybet ji bo Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî û hemû wan rêxistin û aliyan û kesayet û çapemeniyê dikim, ku rola wan hebûye di komkirina hevkarî û pêdivî û alîkariyan ji bo xwişk û birayên me yên li Rojava û hewl û westandinên wan ez bilind dinirxînim. Erkeke neteweyî û nîştimanî bi awayê herî baş hat encamdan. Bêguman ev helwêst bandor li ser bilindbûna hestên niştimanperwerî û hişyariya neteweyî dike.”

Ev helwêsta yekgirtî ya gelê Kurdistanê, di qada navneteweyî de jî wekî nîşaneya herî xurt a yekrêziya neteweyî hat nirxandin. Serok Barzanî bi van gotinên giring dawî li peyama xwe anî:

Gelê xweşdivî yê Kurdistanê careke din ew rastiye ji bo hemû cîhanê tekez kir ku gelê Kurdistanê di xweşî û nexwaşiyê de hevbeş û hevxem û pişt û penageha yektir in.”