PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya “Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê” de li Dubaiyê, bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl Xeyt re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, avakirina kabîneya nû ya Bexdayê û pêşketinên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Ebûl Xeyt di vê hevdîtinê de pesnê rola “avaker û aştiyane” ya Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di çareserkirina krîza Rojavayê Kurdistanê de veda.
Her du aliyan tekez kir ku ji bo aramiya herêmê divê “mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê” bi rêyên siyasî werin parastin.
Sekreterê Komkara Erebî destnîşan kir ku hewildanên Hewlêrê ji bo kêmkirina aloziyan di asta navneteweyî de giring in.