PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Nîjeryayê Heineken Lokpobiri di zîrwe ya enerjiya welatê xwe de ragihand ku di salekî de îtaxalat temamê Afrîkayê ya hîdrokarbonê zêdetirê ji 120 milyar dolariye.
Wezîr balê kişand ser bandora kirîna hîdrokarbonê ya ser aboriya temamê Afrîkayê ya bi awayê neyînî. Wezîrê dewletê yê ji çavkaniya petrolê berpirs Heineken Lokpobiri, di zîrwa enerjiyê ya li payîtex Abujayê ya navdewletî de axifî.
Lokpobiri, ragihand ku zêdebûna fatûra îtxalata hîdrokarbonê, ji ber kêmbûna palandina hîdrokarbonê ye û bang kir ku bo finansa wê jî, divê desteka banka enerjiyê ya Afrîka ku navenda wê Nîjeryaye, hebe.
Lokpobiri got ku divê bingeha statejiya enerjiyê li ser xwegihandinê be, li ser peydabûnê be û karibe bersiva pêdiviyan bide. Ajansa enerjiyê ya navdewletî (IEA) û projeksiyonên OPECê, di dahatûya ardûyên fosil de, wê giraniya xwe biparêze.
Wezîr Lokpobiri ragihand ku siyaseta reforman ya ku li Nîjeryayê dimeşîne, dixwaze bibe navenda veberhênanên avahiyên esasî û bi projeyên xwe bo Kendava Gine û li seranserê Afrîkayê bibe navenda palandina hîdrokarbonê û enerjiyê.
Di vê çarçovê de, di sala 2025an de bi bihayê 18,2 milyar dolarî plana bicîhanîna pêşdebirina 28 sehayan tesdîq kiriye û bi vê pêngavê bi miqdarê 1,4 milyar varêlan petrola xam, di aboriya welat de daye qezenckirin.