Al-Monitor: Mezlûm Ebdî û Esed Şeybanî li ser dirêjkirina agirbestê li hev kirin

Dîroka Weşanê :
Al-Monitor: Mezlûm Ebdî û Esed Şeybanî li ser dirêjkirina agirbestê li hev kirin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya malpera navneteweyî Al-Monitor, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî, bi rêya telefonê hevdîtineke "erênî" pêk anîn.

Di encama vê peywendiyê de, her du aliyan li ser dirêjkirina nefermî ya agirbesta çar rojî li hev kirin.

Al-Monitorê eşkere kir ku ev pêşketin di demekê de tê ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack amadekariyan dike daku pêşniyara nû ya Mezlûm Ebdî bi rayedarên Şamê re gotûbêj bike.

Di vê pêşniyarê de, HSD daxwaza hinek postên sivîl û leşkerî di nav hikûmetê de dike. Yek ji xalên herî balkêş, pêşniyarkirina navekî ji bo posta "Cîgirê Wezîrê Berevaniyê" ye; lê belê hat destnîşankirin ku Mezlûm Ebdî bixwe naxwaze vê postê werbigire.

Mezlûm Ebdî piştî hevdîtinên xwe yên bi Tom Barrack û fermandarên CENTCOMê re, tekez kir ku ew ji bo diyalogeke cidî ya ku yekîtî û aramiya Sûriyeyê misoger bike, amade ne.