PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, ji bo hewlên wan ên danûstandinên ligel Şamê.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand: "Di çarçoveya hewlên siyasî yên ji bo nêzîkkirina nêrînên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de, min bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Kek Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Em hewlên Serok Mesûd Barzanî û Kek Nêçîrvan Barzanî yên di vê qonaxê de bilind dinirxînin, ji ber ku piştgiriya wan a ji bo hewlên siyasî bi hevahengiya navbeynkarê Amerîkî berdewam dike."
Ebdî armancên van hewldanan jî wiha anî ziman: "Armanc rawestandina agir, vegera li diyalogê û bicihanîna rêkeftinên îmzekirî ye, bi awayekî ku serkeftina pêvajoya entegrasyona navbera me û hikûmeta Sûriyeyê misoger bike.
Helwesta Herêma Kurdistanê, çi serkirdayetî û çi gel, li cem gelê me cihê rêz û teqdîreke mezin e."