SOHRê ji bo Kobaniyê hişyarî da: Karesateke mezin li ber e

Dîroka Weşanê :
SOHRê ji bo Kobaniyê hişyarî da: Karesateke mezin li ber e

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) derbarê rewşa bajarê Kobaniyê û gundewarên wê de hişyariyeke tund da û ragihand, ji ber dorpêça giran a hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar, herêm rûbirûyî karesateke mirovî ya mezin bûye.

Li gorî rapora SOHRê, ev dorpêç û bêdengiya navneteweyî rewşa jiyana xelkê herêmê roj bi roj alozter dike. Dorpêçê rê li ber derbasbûna pêdiviyên sereke yên jiyanê girtiye û xelk nikare xwe bigihîne xurek û pêdiviyên bingehîn.

SOHRê diyar kir ku êrîşên komên çekdar ên ser bi Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ve, bûn sedema koçberbûna bi sedan malbatan. Ev malbat niha di rewşeke dijwar û di sermayeke giran de dijîn ku herî zêde bandoreke neyînî li ser zarok û kesên temen mezin dike.

SOHRê bal kişand ser wê yekê ku sektora tenduristiyê li bajêr bi temamî hilweşiyaye; derman û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn nemane û şîrê zarokan nayê peyda kirin. Herwiha, ji ber nebûna sotemeniyê, piraniya firnan hatine girtin û krîza nan gihîştiye lûtkeyê.

SOHRê daxwaza vekirina lezgîn a korîdorên mirovî kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin, da ku dorpêçê rake û rê li ber karesateke mezintir a mirovî li herêmê bigire.