Dogan: Divê Tirkiye heman têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re bi Rojava re pêş bixe

Dîroka Weşanê :
Dogan: Divê Tirkiye heman têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re bi Rojava re pêş bixe

PeyamaKurd- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, îro 23yê Çileyê li navenda partiya xwe ya li Enqereyê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dgan, bal kişand ser pêwendiyên Kurd û Tirkan û got: "Ji bo ku biratiyeke rastîn çêbibe, divê dostaniya navbera Kurd û Tirkan pêş bikeve. Nabe ku destkeftiyên gelê Kurd wekî gefekê li ser ti netewe yan aliyekî werin dîtin; berevajî vê, divê ev destkeftî werin qebûlkirin."

Dogan destnîşan kir, di dîrokê de gelê Kurd bi sînorên cografî hatiye perçekirin, lê di dilê xwe de her yekparçe ye û got: "Sînor di ferhenga takê Kurd de nînin. Em bi hezaran caran dubare dikin; divê daxwaz û mafên gelê Kurd werin qebûlkirin. Kurd hebûna xwe diparêzin û bênasnamebûnê êdî qebûl nakin. Ziman û nasnameya Kurdî ji bo ti welatî ne gef e."

Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku ew ê di rojên pêş de ji bo vê armancê ligel hemû partiyên siyasî û opozîsyonê bicivin.

Dogan pesnê pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da û got: "Pêwendiyên gelekî baş di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hene, ev yek cihê hêviyê ye. Em daxwaz dikin ku ev cure pêwendî di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de jî werin avakirin û pêşxistin."

Ayşegul Dogan pirneteweyî û pirayîniya Sûriyeyê bibîr xist û bang kir ku mafên her kesî werin parastin. Dogan got: "Eger Tirkiye bixwaze di warê aştiyê de bibe welatekî pêşeng, rê li ber vekirî ye û em wekî DEM Partî piştgiriya vê yekê dikin."