PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên li Îtalyayê, derbarê rewşa krîtîk a Rojavayê Kurdistanê û metirsiya vejîna DAIŞê de daxuyaniyeke dîrokî da.
Barzanî tekez kir ku her çend ew alîgirê diyalogê bin jî, eger metirsî li ser hebûna gelê Kurd çêbibe, dê helwêsteke neteweyî û yekgirtî nîşan bidin.
Serok Barzanî di bersiva pirsên rojnamevana Rûdawê Ala Şalî de destnîşan kir ku alozî û valahiya li Sûriyeyê ji bo DAIŞê bûye "derfeteke zêrîn" û hişyarî da ku revîna girtiyên DAIŞê gefeke mezin e li ser ewlehiya herêmê.
Barzanî her wiha li ser rewşa Kobaniyê got:
Kobanî cihekî Kurdan e û divê dest lê neyê dayîn."
Wî bi bîr xist ku wî berê Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser nakokiyên bi eşîrên Ereb re hişyar kiribû.
Barzanî peyameke zelal şand ji bo Şamê û hemû aliyan:
Eger planeke ji bo jiholêrakirina Kurdan ji herêmê hebe, wê demê em hemû yekgirtî ne û ji bo her tiştî amade ne."