PeyamaKurd- Nûnerê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yê Şamê Mehabad Tezyanî, li ser rewşa bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dorpêça Artêşa Sûriyeyê de ye axivî û got, "Dorpêçê zexteke mezin li xelkê me kiriye."
Nûnerê ENKSê ragihand ku ew bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re di nava pêwendiyê de ne da ku korîdora mirovî ya ber bi Kobaniyê ve were vekirin.
Tezyanî diyar kir ku ew li ser dirêjkirina agirbesta navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê jî dixebitin.