PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî serdana xwe ya li Erebistana Siûdî, derbasî paytexta Misirê Qahîreyê bû û ji aliyê Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinên li Qesra El-Îtîhadiyeyê de, her du serokan hem li ser têkiliyên dualî û hem jî li ser mijarên herêmî û gerdûnî gotûbêj kirin.
Tê çaverêkirin ku piştî hevdîtinên di navbera şandeyan de peymanên nû werin îmzekirin û her du serok bi civîneke çapemeniyê ya hevpar encamên serdanê ji raya giştî re parve bikin.
Herwiha Erdogan dê beşdarî Foruma Kar a Tirkiye-Misirê bibe û bi vî awayî bernameya xwe ya Qahîreyê bi dawî bike.