Îsraîl û Amerîka li ser plana bêçekkirina Xezeyê civiyan: Katz gefa hilweşandinê li Hemasê xwar

Dîroka Weşanê :
Îsraîl û Amerîka li ser plana bêçekkirina Xezeyê civiyan: Katz gefa hilweşandinê li Hemasê xwar

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, hişyariyeke tund da tevgera Hemasê û ragihand ku eger ew li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump çekên xwe daneynin, dê bi temamî werin jihevxistin.

Katz di merasîmeke leşkerî de destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku Şerîda Xezeyê bi temamî bibe herêmeke “bêçek” û kapasîteya leşkerî ya Hemasê bi dawî bibe.

Ev daxuyanî piştî hevdîtina sê saet û nîvan a Serokwezîr Benjamîn Netanyahû û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff hat.

Di civînê de serkirdayetiya Mossad, Îstîxbarata Leşkerî û Hêzên Hewayî jî amade bûn. Netanyahû diyar kir ku bêçekkirina Hemasê şertekî “nayê danûstandin” ye û heta armancên şer pêk neyên, ji nû ve avakirina Xezeyê dest pê nake.

Li aliyê din, Washingtonê ragihand ku ew plan dikin bi rêya “Konseya Aştiyê” ya ji 26 welatan pêk tê, zextê li Hemasê bikin da ku bi rêya bernameyeke navneteweyî ya “kirîna çekan” dawî li hebûna xwe ya leşkerî bîne.