PeyamaKurd- Weşana Al-Monitor a Amerîkî ragihand, Fransayê di rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Şamê de roleke sereke lîstiye û li gorî nûçeyê, Parîsê zexteke mezin kiriye da ku mafên çandî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî di rêkeftinê de werin mîsogerkirin.
Malpera Al-Monitor a Amerîkî, ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, hûrgiliyên rola Fransayê di hevdîtinên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de eşkere kir.
Hate diyarkirin ku Fransa bûye garantora parastina mafên medenî û çandî yên gelê Kurd di çarçoveya vê rêkeftinê de.
Li gorî hûrgiliyên nûçeyê, hikûmeta Fransayê zexteke giran li ser her du aliyan kiriye da ku "mafê xwendina bi zimanê Kurdî" wekî xaleke sereke û neyê guhertin di rêkeftinê de were çespandin. Ev xal di 2yê Sibatê de (roja destpêkirina bicihkirina rêkeftinê) bi fermî ket warê cibicîkirinê.
Herwiha Fransa dixwaze mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî mayînde werin cihkirin. Parîs tekez dike ku divê nûnerên Kurdan di komîsyona amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî çalak û bi bandor cih bigirin, da ku mafên wan bibin bendên destûrî yên nayên guhertin.
Di heman çarçoveyê de ji bo xurtkirina pêwendiyan, roja 3yê Sibatê şandeke bilind a hikûmet û parlemantoya Fransayê serdana bajarê Qamişloyê kiriye û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya.
Rêveberiya Xweser derbarê vê serdanê de daxuyaniyek weşand û diyar kir, şanda Fransî amadehiya xwe nîşan daye ku daxwazên miletê Kurd û pêkhateyên herêmê bigihîne navendên biryardanê yên cîhanî.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Şandeya Fransî soz da ku dê ji bo parastina mafên siyasî û medenî yên xelkê herêmê bixebite û hevkariyên xwe yên di şerê li dijî terorê de hîn bêtir xurttir bikin."