PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Sibata 2026an li Dubaiyê, bi Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiya Pêşketî ya Îmaratê Sultan El-Cabîr re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de giranî hate dayîn ser “bihêzkirina hemahengiya navbera her du aliyan” û bipêşxistina peywendiyên di warên stratejîk de.
Barzanî û El-Cabîr li ser giringiya hevkariyên di warên “enerjî, dewlemendiyên xwezayî û sektora teknolojiya pêşketî” de danûstandina bîr û rayan kir.
Her wiha di hevdîtinê de behsa “derfetên veberhênan û danûstandina şarezayiyê” hate kirin da ku Herêma Kurdistanê ji “ezmûnên serkeftî yên Îmaratê” di warê binesaziya teknolojiyê û geşepêdana pîşesaziyê de sûd werbigire.