Balafirgeha Qamişlo û deriyên sînor dikevin kontrola Şamê

Dîroka Weşanê :
Balafirgeha Qamişlo û deriyên sînor dikevin kontrola Şamê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di çarçoveya rêkeftina di navbera HSD û Şamê de, Balafirgeha Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê bi Rêvebiriya Balafirvaniya Sivîl a Şamê ve tê girêdan û komîteyeke Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ji bo vê serdana Qamişlo dike.

Hate zanîn ku îro 4ê Sibatê komîteyeke Wezareta Navxwe ya Sûriyê ji bo bicihanîna rêkarên îdarî çû Balafirgeha Qamişloyê ku armanc girêdana balafirgehê bi Balafirvaniya Sivîl a Şamê ve ye.

Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman got, "Balafirgeh bi Rêvebiriya Balafirvaniya Sivîl a Şamê ve hatiye girêdan. Wê rêvebirek ji aliyê Şamê ve û alîkar jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve werin diyarkirin."

Herwiha li gorî zanyariyan, tîmeke navxweyî ji bo îdarekirina balafirgehê hatiye diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a dawiya sala 2024an, Balafirgeha Qamişloyê hatibû girtin û tenê balafireke Rûsyayê li wê derê hebû.

Ew balafira Rûsyayê 22yê Çileya 2026an li balafirgehê daketibû û piştre hatibû ragihandin ku kelûpelên hêzên Rûsyayê veguhestine.

Herwiha komîteyên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, çûne deriyên sînorî yên di bin kontrola HSDê de jî.