PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 5 hezar û 459 kes hatine kuştin.
Li gorî amaran, heta doh kuştina 5 hezar û 459 kesan hatiye piştrastkirin ku 60 ji wan zarok in û 208 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne.
HRANAyê diyar kir ku ji bilî vê hejmarê, ew li ser kuştina 17 hezar û 31 kesên din jî lêkolînan dikin ku hîn belgeyên tam li ser wan nehatine komkirin.
HRANAyê derbarê rewşa birîndar û girtiyan de jî ragihand ku birînên 7 hezar û 403 giran e û şkere kir ku heta niha li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 40 hezar û 887 xwepêşander hatine desteserkirin.