PeyamaKurd- Hejmareke şarezayên qanûna navneteweyî, çalakvanên mafên mirovan û akademîsyenên cîhanê bi nameyekê banga lezgîn li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya NY kirin ku îhtîmala qirkirina nejadî û jenosîdê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser Kurdan heye.
Di bangewaziya ku roja 21.01.2026ê pêşkêşî civaka navneteweyî hatiye kirin de, îmzekeran nîgeraniya xwe ya zêde li ser êrîş û pêşhatên leşkerî diyar kir ku li ser deverên Kurdan tên kirin.
Di beşeke bangewaziyê de hate gotin: “Ew êrîş ne tenê pevçûnên asayî ne, belkî binpêkirinên sîstematîk û berfireh in ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê vedigirin, xasma jî ku ji hêla îdeolojiya tundrê ya komên girêdayî Şamê ve tên birêvebirin.”
Çar daxwazên lezgîn ji NY hatin kirin ku ew jî; sepandina biryara rawestandina tavilê ya êrîşên artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser sivîlan û pabendbûna temam bi qanûna navneteweyî, damezrandina mekanîzmeka lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ji bo belgenamekirina binpêkirinan û dana zingila xeterê ya pêşwext, serpişkkirina parastina welatiyên Kurd û kêmaniyên din ên wekî Durzî, Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan, û damezrandina devereke tena li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo garantîkirina parastina Kurdan û pêkhateyên din ji xetera nemanê.
Hxerwiha hate destnîşankirin, "Gelê Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya cîhanê de bedelên mezin dane, ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku ew niha ji aliyê komên tundrew ve rûbirûyî gefên man û nemanê bibin, di demekê de ku pêngavên navneteweyî lawaz in."
Dawiyê jî hate gotin: “Dîrok dê hukmî bike, ne li ser ragihandinan, belkî li ser pêşîgirtina li wan karesatên diqewimin û bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî (R2P) bi cîh bîne, berî ku karesat bi tevahî biqewime.”