Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro alîkariyê digihîne Kobaniyê

Dîroka Weşanê :
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro alîkariyê digihîne Kobaniyê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, wê îro Yekşemê piştî ragihandina dirêjkirina agirbesta 15 rojan bigihîne bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobaniyê ku zêdetirî hefteyekê di bin dorpêçeke giran de ye.

Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Mûsa Ehmed di civîneke rojnamevanî de ragihand:

“Em li bendê ne ku îro (Yekşem, 25.01.2026) karwanê yekê yê alîkariyên mirovî bigihîje bajarê Kobanê ji ber ku li wî bajarî pêdivîtiyeke zêde bi alîkariyan heye.”