PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hejmara îtîrazên li dijî encamên destpêkê yên gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gihîştiye 400î û biryar e ku piştî yekalîkirina îtîrazan, encamên dawiyê yên hilbijartinan di destpêka meha bê de bên ragihandin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelayî îro 20ê Mijdarê ragihand: “Li gorî qanûna hilbijartinan, sê rojan piştî ragihandina encamên berahiyê, deriyê îtîrazê li ser encaman tê vekirin û divê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan piştî bidawîbûna dema îtîrazê rapora xwe di nav heft rojan de amade bike. Di dû re divê Desteya Dadwerên Hilbijartinan encamên dawiyê bi kêmtir ji 10 rojan bipejirîne û ragihîne.”
Dawiya dewama asayî ya îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) jivanê dawiyê yê pêşkêşkirina îtîrazan ji bo aliyên guman an jî gilî li ser pêvajoya hilbijartinan hebû ye ku komîsyonê heta saet 12ê nîvroya îro 400 îtîraz wergirtine.
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê roja Yekşemê 9ê Mijdara 2025an û dengdana giştî jî roja 11ê Mijdara 2025an hatibû kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû. Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê roja 17ê Mijdara 2025an encamên destpêkî yên hilbijartinên Parlementoa Iraqê ragihandibû.