PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya li gundekî rojavayê Nîjeryayê de 162 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeya AFPê berpirsên Xaça Sor ragihandine, di êrîşa çekdarî ya li gundekî rojavayê Nîjeryayê de 162 kes hatine kuştin.
Sekreterê şaxê Xaça Sor li Eyaleta Kwara Babaomo Ayodeji diyar kir ku "hejmara kuştiyan gihîştiye 162 kesan" û destnîşan kir ku xebatên lêgerînê li herêmê hîn jî berdewam dikin da ku cenazeyên din werin dîtin.