Medya Îranê: Danûstandinên Amerîka-Îranê roja înê dest pê dikin

Dîroka Weşanê :
Medya Îranê: Danûstandinên Amerîka-Îranê roja înê dest pê dikin

PeyamaKurd- Medyaya fermî ya Îranê îro 4ê Sibatê ragihand ku, danûstandinên Amerîka û Îranê dê roja Înê li Umanê bên destpêkirin û Araqçî û Witkoff dê çavdêriya wan danûstandinan bikin.

Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî doh 3yê Sibatê ragihandibû ku, wî Wezîrê Derve Ebas Araqçî ji bo destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê hatiye erkdarkirin.

Gera dawiyê ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de di mehên Nîsan û Gulanê yên sala borî de li ser bernameya atomî ya Îranê bû.

Pênc gerên van danûstandinan li Uman û Îtalyayê hatin lidarxistin. Danûstandin bi awayekî nerasterast eşkere bûn, lê bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê û destpêkirina şerê 12 rojî re, têkçûna danûstandinan jî hatibû ragihandin.