PeyamaKurd – Rêvebiriya giştî ya asayîşa operasyonan ya bajarê Silêmaniyê ragihand ku 7 kesên ji aliyê dadgehan de li wan digerin, ew girtine. Asayîşa bajarê Silêmaniyê beşa operasyonan got:
“Piştî şopandina wan hat kirin, li ser bingeha dan û sitendina bi dezgeyên asayîşa Iraqê de, di nav meha ewilî ya 2026an de, 7 terorîost hatine girtin. Kesên hatine girtin, dadgehên Iraqê li wan digeriyan û di nav sînorên Silêmaniyê de xwe vedişartin.
Temamê gumanbaran li gor qanûna têkoşîna bi terorê re, li gor xala 4an hatin binçavkirin û lêpirsîna wan dewam dike.”
Xala 4an ya qanûna têkoşîna bi terorê ya Iraqê de, dibêje; kesên tevgerên terorê bikin û an bi wan re alîkariyê bikin, li gor xala 4an ceza didin wan.