PeyamaKurd- Xwediyê kompaniya fezayê SpaceX û kompaniya otomobîlên elektrîkî Tesla û platforma Xê Elon Musk, bi serweta xwe ya ku gihîşt 852 milyar dolaran, di dîrokê de wekî yekem kesê ku sînorê 800 milyar dolarî derbas kiriye hat tomarkirin.
Li gorî daneyên kovara Forbesê, ev zêdebûna berbiçav a di serweta Musk de piştî kirîna şîrketa xAI ji hêla SpaceXê ve pêk hat û bi vî rengî nirxê şîrketa nû gihîşt 1,25 trîlyon dolaran.
Musk ku di çar mehên dawî de çar caran rekora serwetê şikandiye, niha bi ferqeke mezin a 578 milyar dolarî li pêşiya Larry Page (kesê duyem ê herî dewlemend ê cîhanê) cih digire û bi vî awayî SpaceX bi nirxê xwe yê 542 milyar dolarî bûye sermayeya wî ya herî mezin.