PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Sibatê li Ebû Dabiyê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re civiya.
Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya Lûtkeya Hikumetên Cîhanê li Îmaratê ye, bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zeyd El Nehyan re hevdîtinek pêk anî.
Hate ragihandin ku her du aliyan di civînê de tekez kir, divê pêwendiyên kûr ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda de zêdetir bên pêşxistin û xurtkirin.
Herwiha herwiha bal kişandin ser girîngiya zêdekirina hevkariya aborî û siyasî.
Di civînê de, rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê jî hate axaftin.
Serokwezîr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zeyd, rewşa giştî ya Iraqê, geşedanên dawî yên li Sûriyê, guherîn û dînamîkên stratejîk ên li herêmê bi hûrgilî nirxandin.