PeyamaKurd – Lijneya Dadwerî ya Bilind a Iraqê ragihand ku wan dest bi pêvajoya yasayî û lêpirsînê li dijî koma yekem a girtiyên DAIŞê kiriye ku di bin koordîneya Koalîsyona Navneteweyî de ji Rojavayê Kurdistanê anîne Iraqê.
Ev koma yekem ji nêzîkî 150 kesan pêk tê ku di nav wan de hem welatiyên Iraqî û hem jî welatiyên biyanî hene.
Li gorî daxuyaniya dadweriya Iraqê, tawanbar li girtîgehên Wezareta Dadê hatine bicihkirin û darizandina wan dê li gorî destûr û qanûnên Iraqê were kirin da ku mafên qurbaniyan were parastin.
Rayedaran destnîşan kir ku ji bo ewlehiyê, malbatên çekdaran dê ji şervanan cuda werin girtin û li navendên taybet ên li derveyî bajaran werin bicihkirin.
Tê payîn ku di rojên pêş de komên din ên girtiyan jî li gorî nirxandinên ewlehiyê radestî Iraqê werin kirin.