PeyamaKurd – Platforma piştrastkirina rastiyan a Sûrî (VeSyria) ragihand ku vîdeoya ku nîşan dide alaya DAIŞê li bajarokê Kerame yê Reqayê tê hejandin, rast û nû ye.
Li gorî lêkolîna vê platformê, ev dîmen di 18ê Rêbendana 2026an de hatine kişandin, piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bajarok vekişiyan û hêzên eşîran ketin herêmê.
Tevî ku li ser medyaya civakî îdiayên "vegera DAIŞê bo Reqayê" hatibûn belavkirin, VeSyria bi piştrastkirina ji çavkaniyên herêmî diyar kir ku ev bûyer ne nîşana kontrolkirina bajêr e.
Hat ragihandin ku bilindkirina alayê "kiryareke takekesî" ya ciwanekî bûye û xelkê bajarokê Kerame di cih de midaxele kirine û ala DAIŞê daxistine xwarê da ku rê li ber propagandayên rêxistinê bigirin.