Serok Barzanî ji Romayê hişyarî da: Kobanî xeta sor e û destwerdanê qebûl nakin

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî ji Romayê hişyarî da: Kobanî xeta sor e û destwerdanê qebûl nakin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên li Îtalyayê, derbarê geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyên krîtîk dan. Serok Barzanî tekez kir ku berpirsên Ewropî soz dane ku ji bo parastina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bixebitin û ragihand ku wî peyamên zelal gihandine Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera.

Serok Barzanî eşkere kir ku wî ji Ehmed Şera re gotiye:

Divê nakokiyên siyasî bi diyalogê werin çareser kirin, lê her êrîşek li dijî Kurdan nayê qebûl kirin."

Serok Barzanî her wiha bal kişand ser krîza navxweyî ya HSDyê û got ku wî berê Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî li ser nakokiyên bi eşîrên Ereb re hişyar kiribû.

Di daxuyaniyê de, Serok Barzanî bi taybetî li ser parastina Kobanî sekinî û ragihand ku ew hemû şiyanên xwe yên dîplomatîk bi kar tîne û got:

Kobanî cihekî Kurdan e. Ger wekî sala 2014an derfetên min hebûna, min ê rasterast hêz bişanda da ku wê biparêzin."