PeyamaKurd – Li gorî lêkolîneke nû ya li ser tomarên fermî yên Iraqê, tevî guhertinên siyasî, komên wekî Hizbullah û Hûsiyan di “lîsteya terorê” de mane. Wezareta Dadê ya Iraqê lîsteya cemidandina mal û milkên 142 kes û 24 koman diparêze.
Lêkolîna rojnamevanê Rûdawê Hîwa Cemal a li ser hejmara 4848an a Rojnameya Fermî (El-Vekayî el-Iraqiyye), hûrgiliyên ku ji çavên raya giştî dûr mabûn eşkere kirin.
Lîsteyên herêmî û navneteweyî
Di biryarên hatine weşandin de, lîste di bin du kategoriyan de hatiye dabeşkirin:
Sedemên cezakirinê
Li gorî belgeyên fermî, sedemên xistina nav lîsteyê û cemidandina mal û milkan di bin çar sernavan de kom bûne: Girêdanên bi DAIŞ û El Qaîdeyê re, fînansekirina terorê, cîbicîkirina biryarên navneteweyî û binpêkirina yasayên “şûştina pereyan”.