PeyamaKurd- Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hejmara koçber û penaberên Sûriyeyî yên piştî rûxîna desthilata Beşar Esed vegeriyane welatê xwe eşkere kir.
UNHCRê di salvegera yekem a rûxîna desthilata Beşar Esed de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand, di salekê de zêdetirî 3 milyon Sûriyeyiyên ku li nav welêt koçber bûbûn û yên li welatên cîran bûn vegeriyane malên xwe.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku helweşîne rejîma Esed ji bo aştî û aramiya Sûriyeyê pencereyeke hêviyê ya girîng vekiriye û Sûriyeyiyên koçberbûyî vedigerin malên xwe.
UNHCRê da xuyakirin, ji Kanûna 2024an ve zêdetirî 1,2 milyon Sûriyeyî ji welatên cîran bi dilxwazî û zêdetirî 1,9 milyon kesên ku li nav welêt koçber bûbûn jî vegeriyan warên xwe.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 8ê Kanûna 2024an ve herî kêm 170 hezar Sûriyeyî ji Urdinê, ji Lubnanê nêzîkî 379 hezar kes, ji Misirê nêzîkî 28 penaberên Sûriyeyî û ji Tirkiyeyê jî nêzîkî 560 hezar Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyane.
Herwiha hate gotin ku UNHCRê bi hevahengiya rayedaran vegera nêzîkî 420 hezar kesan şopandiye.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi jî got, li Sûriyeyê ji bo bidawîanîna yek ji krîzên herî giran ên mirovî yên cîhanê derfeteke mezin hatiye bidestxistin û wiha pê de çû: "Lê eger piştgiriya gerdûnî ya lezgîn nebe, ev pencereya hêviyê dê were girtin. Sûriyeyî amade ne ku welatê xwe ji nû ve ava bikin. Pirsa sereke ew e ku gelo cîhan amade ye alîkariya wan bike da ku vê yekê bi ser bixin an na."