PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû peyamek arasteyî desthilatdarên nû yên Sûriyeyê kir û şertên welatê xwe yên derbarê sînorê başûrê Sûriyeyê de eşkere kirin.
Netanyahû di daxuyaniya xwe de got:
Em hêvî dikin ku bi rayedarên Sûriyê re ji bo bêçekkirina beşên başûrê welêt li hev bikin.”
Tevî ku Netanyahû amadebûna xwe ji bo çareseriya siyasî nîşan da, wî tekez kir ku hêzên Îsraîlê dê ji bo avakirina “herêmeke îzolekirî” yan kembereke ewlehiyê li deverê bimînin. Armanca vê gavê parastina Bilindahiyên Golanê ye.
Li gorî daxuyaniyê, Îsraîl li başûrê Sûriyê bimîne.