Ji Tom Barrack peyama Sûriyeyê: Ev sansekî nû ye

Dîroka Weşanê :
Ji Tom Barrack peyama Sûriyeyê: Ev sansekî nû ye

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, di yekemîn salvegera rûxandina rejîma Beas a Sûriyeyê de,  peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû pêkhateyên Sûriyê kir.

Tom Barrack, di peyama xwe ya îro 8ê Kanûnê li ser Xê belav kiriye bal kişand ser qonaxa nû ya Sûriyeyê û got: "Şansekî nû ji bo aştiyê ye" 

Barrack got: "Ji bo her Sûriyeyeke - Sunnî, Elewî, Kurd, Xiristiyan, Durzî, Ereb, Tirkmen, Çerkez û hemû kesên ku vê xaka kevnar wekî warê xwe dibînin; piştî ewqas salên êş û azarê, îro em hêviya we ya hevbeş ku careke din şîn dibe, pîroz dikin. Ev şansekî nû ye ji bo aştî, yekîtî û bextewariyê. Paşeroj ya we hemûyan e."

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro yekemîn salvegera rûxandina rejîma Beşar Esed e ku hêzên opozîsyona Sûriyeyê roja 8ê Kanûna 2024an derbasî nav Şamê bûn û dawî li desthilata 24 salan a rejîma Beşar Esed anîn.