PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê (IHEC) piştî lêkolîna îtîrazên li ser encamên hilbijartinên parlemanê yên 11ê Mijdarê, kursiyên 6 parlamenterên hilbijartî betal kir û ew ji peywirê bi dûr xistin.
Şêwirmendê Hiqûqî yê IHECyê Hesen Selman di daxuyaniyeke taybet de ragihand ku ev guhertin di çarçoveya qanûnî de hatine kirin û hejmara namzedên ku kursiyên wan hatine standin gihîştiye 6 kesan.
Selman diyar kir ku ji ber sererastkirina hejmarên dengan, partiyekê kursiyek winda kiriye,
Li parêzgeha Mûsilê jî ji ber guhertina di kotaya jinan de, kursiyek ji lîsteyeke din re hatiye veguhestin.
Navên 6 parlamenterên ku kursiyên wan hatine betalkirin hêj nehatine eşkerekirin. Selman got ku pêvajo li gorî yasayê didome û dê encamên dawî di demeke nêzîk de bên ragihandin.
Ev bûyer piştî hilbijartinên parlemanê yên serdema 6an çêbûn ku gelek îtîraz û gilî li ser encaman hatibûn kirin.